TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya: Hemû hêzên ku me sandibûn Kazaxistanê vegeriyan welat

Hevi Turan
Nivîskar
📅 16 rêbendan 2022 23:05

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Rûsyayê, derbarê hêzên ku piştî aloziya li Kazaxistanê ji bo alîkariyê şandibûn wî welatî daxuyanî da.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku balafirên hêzên veguhestina leşkeran gihîştine Rûsyayê û hemû hêzên bo Kazaxistanê hatibûn şandin vegeriyane welat.

Herwiha hat eşkere kirin ku ew hêz bi 15 balafirên neqlîyê yên cûreya Il-76 û An-124 ji Kazaxistanê bo Rûsyayê hatine veguhestin.

Serokomarê Kazaxistanê Comerd Tokayev piştî xwepêşandanan û aloziya li welatê xwe, daxwaz ji Rûsyayê kiribû ji bo tepeserkirina xwepêşandanan hêzê bişînin Kazaxistanê.

Parve bike: