Cîhan
Rûsya û Beser Esed li Samê, li ser Rojava axifîn
PeyamaKurd- Baregeha serokatiya dewleta Sûriyê ragihand ku nûnerê taybet yê serokê dewleta Rûsyayê yê Valdimir Putin, Aleksandr Lavrentyev bi serokê dewleta Sûriyê bi Beşer Esed re li Şamê li ser mijara Rojava hevdîtin kirine. Li gor ragihandinê li Astanayê wê hevdîtin çêbibin lewra li ser mijara Rojava û Idlibê axifîne.
Di hevdîtinê de her dû teref xwesteka xwe ya di derbarê kontrolkirina temamê Sûriyê ji aliyê hukumeta Sûriyê de axifîne û xwestin ku sazî û dezgeyên hukumetê bên sazkirin. Di hevdîtinê de çareseriya siyasî û amadekariyên ku dê li Nur Sultan (Astana) bên kirin xistin rojeva xwe.
Di hevdîtina Şamê de her derdê her dû aliyan ew bû ku yekîtiya axa Sûriyê bê parastin.