Cîhan
Rusyayê, hevkariya ligel bi dehan kompaniyan betal kir
PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên hikûmeta Rusyayê ve daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin ku hikûmeta wan, hevkariya xwe ya ligel bi dehan kompaniyên leşkerî û teknîkî betal kiriye. Sedem jî wisa hat diyarkirin ku ev kompanî, aîdê welatên ne dost bûne.
Li gorî daxuyaniya hikûmetê, 74 kompaniyên ku ligel wan hevkariya teknîkî û leşkerî dihat kirin, ji ber ku aîdê welatên ne dost in, hatine betalkirin û li ser van kompaniyan, dorpêç hatine sepandin.
Hat diyarkirin ku Amerîka, Brîtanya, Almanya, Kanada, Bulgarîstan, Litvanya, Slovakya, Plonya, Çekya, Karadag û Estonya hin ji wan welatan in ku têkiliyên bi kompaniyên wan re hatine qutkirin.