Rusyayê, hisyarî da Macron: Napolyon ji bîr neke!
PeyamaKurd- Rayedarên Rusyayê, bersiva gotinên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ên ku "dixwaze Rusyayê têkçûyî bibîne" da û gotin ku "Napolyon Bonapart ji bîr neke.”
Emmanuel Macron, ji bo rojnameya Le Journal du Dimanche axivî û got ku Fransa dixwaze Rusya li Ukraynayê têk biçe, lê qet naxwaze ku were perçiqandin.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rusyayê Mariya Zaharova, li dijî gotinên Macron axivî û got,
"Fransa bi Macron dest pê nekir û bermahiyên Napolyonê ku di asta dewletê de rêzdar e, li navenda Parîsê ne.”
Zaharova bal kişand ser wê yekê ku Rojava bi van gotinan ketiye nav nîqaşên guhertina rejîmê li Rusyayê, bi hinceta ku Macron gelek caran hewil daye bi rêveberiya Rusyayê re dan û standinan bike.
Macron ji aliyê hin hevalbendên NATOyê ve jî hatibû rexnekirin ku di derbarê siyaseta şerê di navbera Ukrayna û Rusyayê de xwedî peyamên cuda ye.
Serokomarê Fransayê daxwaza zêdekirina piştgirîya leşkerî ji Ukraynayê kir û got ku ew bawerî bi guhertina rejîmê nîn e û divê di demekê de dan û standin bên kirin.