TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsyayê ji NYyê banga civîna lezgîn kir

Salih Turan
Nivîskar
📅 26 mijdar 2018 14:20

PeyamaKurd - Piştî rageşî û rûbirûbûna keştiyên Rûsya û Ûkraynayê li Deryaya Azakê Rûsyayê ji Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) banga civîna lezgîn kir.

Nûnerê Rûsya yê Daîmî li NYyê Dmitriy Polyanskiy, ragihand ku piştî bûyerên metirsîdar ên li Deryaya Azakê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de, wan banga civîna lezgîn li Konseya Ewlekariyê kiriye.

Nûnerê Rûsyayê li NYyê Polyanskiy daxuyakirin, tê çaverêkirin civîna KENYyê îro duşemê (26 Mijdar 2018) pêk were.

Parve bike: