TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsyayê kontrolkirina 9 bajarokên Ukraynayê ragihand

Hevi Turan
Nivîskar
📅 02 rêbendan 2026 22:39

PeyamaKurd- Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku heta niha di şer de zêdetirî 10 hezar û 470 leşkerên Ukraynayê hatin kuştin û 9 bajarokên rojhilatê Ukraynayê hatine kontrolkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên Rûsyayê di êrîşan de moşekên pêşketî û balafirên bêmirov bi kar anîn, binesazî, kargehên pîşesazî, leşkerî û navendên lojîstîk hedef girtin.

Herwiha hêzên Rûsyayê ragihand ku wan bersiv daye 16 êrîşên Ukraynayê li eniyên bajarê Kobyansk ê Kharkiv.

Hêzên Rûsyayê ragihand ku wan hezar û 662 balafirên bêmirov ên Ukraynayê, bombeyên hewayî, 2 moşekên "Grom" û 3 moşekên "Himars" anîne xwarê.

Parve bike: