TR KU SO
FB X
Cîhan

Rusyayê, Norwêc kir lîsteya welatên ne dost

Ruken güler
Nivîskar
📅 03 tebax 2023 18:03

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Rusyayê ve hat ragihandin ku wan Norwêc wekî welatê ne dost destnîşan kir ku li gorî wan welatên ne dost, çalakiyên dijminane li dijî nûnertiyên wan dikin.

Rayedarên hikûmeta Rusyayê ragihand ku Norwêc di lîsteya welatên ne dost ên dîplomatên Rusî de cihê xwe girt û di daxuyaniya ku li ser vê mijarê hat dayîn de hat gotin ku

“Norwêc, di nav lîsteya welatên biyanî yên ku li dijî nûnertiyên dîplomatîk û konsolosxaneyê yên Rusyayê çalakiyên dijminane kirine de cih digire.”

Hat destnîşankirin ku li gorî biryara navborî, hejmara personelên navxweyî yên ku Norwêc dikare li Rusyayê bi kar bîne, bi 27 kesan hatiye sînordarkirin.

Beriya niha di meha nîsanê de rayedarên Norwêcê, biryara dersînorkirina 15 dîplomatên Rusî dabû.

Parve bike: