TR KU SO
FB X
Cîhan

Şam: Bila HSD pabendî Peymana 18ê Çileyê bibe, em nakevin bajarên Kurdan

Hevi Turan
Nivîskar
📅 20 rêbendan 2026 20:18

PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku ew bi temamî amade ne kontrola kampa Holê û hemû girtîgehên DAIŞê yên li seranserê Sûriyeyê wergrin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew bikaranîna girtiyan wekî "karta siyasî" ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve qebûl nakin û bang li HSDê kirin, pabendî peymana 18ê Çileyê be.

Herwiha, Wezaretê soza xwe ya parastina civaka Kurd da û tekez kir ku hêzên wan dê nekevin nav bajar û bajarokên Kurdan.

Parve bike: