TR KU SO
FB X
Cîhan

Sam ji bo vegerandina leskerên xwe yên reviyan bi Bexdayê re dest bi danûstandinan kir

Leyla Denli
Nivîskar
📅 15 berfanbar 2024 22:30

PeyamaKurd – Desthilatdarên nû yên Şamê ji bo vegerandina 2 hezar leşkerên Sûriyê yên ku di dema rûxandina rêjîma Esed de xwe radestî artêşa Iraqê kiribûn, bi Bexdayê re dest bi danûstandinan kirin.

Çavkaniyek ji El Cezîreyê re axivî û got, "Danûstandinên di navbera rayedarên nû yên Sûriyeyê û Hikûmeta Iraqê de ji bo vegerandina 2 hezar leşkerên Sûriyeyê yên ku reviyane Iraqê destpê kir. Rêveberiya nû ya Sûriyeyê efûyeke giştî ji bo kesên ku di refên rejîma Beşar Esed de wezîfedar kirin derxist."

Leşkerên Sûriyê yên ku behsa wan tê kirin, di dema rûxandina rejîma Esed de reviyan Iraqê.

Paşê ew leşker ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hatin bicihkirin.

 
Parve bike: