TR KU SO
FB X
Cîhan

Sê çekdarên DAISê ji aliyê HSDê ve hatin girtin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 24 îlon 2022 15:37

PeyamaKurd – Sê çekdarên DAIŞê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve li bakurê parêzgeha Reqayê ya Sûriyê hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya HSD diyar kir, hêzên wan bi piştevaniya asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî, bi ser baxçeyê El-Celaa li bakurê bajarê Reqayê de girtine û sê çekdarên şaneyên DAIŞê girtine.

Heman çavkaniyê eşkere kir, di dema kontrolkirina cihê wan de dest danîne ser hejmarek amûr û kelûpelên ku di çêkirina teqemeniyan de tên bikaranîn.

Parve bike: