TR KU SO
FB X
Cîhan

Seferên Brîtanya û Ewropayê betal bûn

Hevi Turan
Nivîskar
📅 30 berfanbar 2025 22:42

PeyamaKurd- Ji ber arîşeya ku di xeta elektrîkê ya Tunela Manşê (ku Brîtanya û Fransayê di bin deryayê de girêdide) de derket, hemû seferên trenê yên di navbera London, Parîs, Amsterdam û Brukselê de hatine betalkirin.

Şîrketa rêhesinê Eurostar, ku di navbera Brîtanya û parzemîna Ewropayê de seferan pêk tîne, ragihand, di xeta elektrîkê ya Tunela Manşê de pirsgirêkek çêbûye.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ji ber pirsgirêka heyî û bi sedema rawestana trena Le Shuttle, em pêşniyar dikin ku hemû rêwiyên me geştên xwe bixin dîrokeke din. Heke bilêta we tune be, ji kerema xwe neyên îstasyonê."

Parve bike: