TR KU SO
FB X
Cîhan

Ser di navbera HSDê û komeke çekdar de li Dêrezorê derket

Leyla Denli
Nivîskar
📅 08 tebax 2020 13:34

PeyamaKurd – Di navbera HSDê û komeke çekdar de, li bajarokê Dêrezorê şer derket.

Li gor zanyariyan, komeke çekdar şeva borî, navendeke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li nav bajarokê Zîban ku 50 kîlometreyan dikeve rojhilatê Dêrezorê, bi hewanan kirin armanc.

Herwiha çavkaniyên xwecihî diyar kirin, piştî armancgirtina binkeya HSDê, şer û pevçûn di navbera hêzên HSDê û koma çekdar a nenaskirî derketiye.

Ji aliyekî din ve piştî 2 rojan, ji ber tundûtûjiya ku çekdarên eşîreta El-Ikêdat li nav hersê bajarokên el-Hewayic, el-Şihêl û Zîban kiribûn, roja înê hêzên HSDê derbasî nav hersê bajarokan bûn.

Li gor çavkaniyên xwecihî, hêzên HSDê çalakiyeke mezin li hersê bajarokan pêk aniye.

Parve bike: