Cîhan
Serdanê dest pê kir: Sanda Partiya DEMê li Navenda Gistî ya CHPyê ye
PeyamaKurd – Civîna hevserokên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan û Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel dest pê kir.
Hevserokên Giştî yên DEMê Hatîmogullari û Bakirhan bi heyeta pê re çûn Navenda Giştî ya CHPyê.
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Ensar Aytekîn, Berpirsê Rêxistinkirina Navxweyî û Navdewletî li ber derî pêşwaziya heyeta Partiya DEMê kir.
Hatîmogullari û Bakirhan piştre derbasî salona civînê ya CHPyê bûn. Piştî ku wênegirtina çapemeniyê civînê dest pê kir.
Tê payîn ku piştî civînê, daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar bê lidarxistin.