TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê Ajansa Atomî: Lihevkirina bi Îranê re êdî bê wate ye

Hevi Turan
Nivîskar
📅 17 hezîran 2024 23:01

PeyamaKurd – Serokê Ajansa Enerjiya Atomî ya Cîhanê (IAEA) Rafael Grossi ragihand ku êdî lihevkirina bi Îranê re bê wate bûye.

Grossi di hevpeyvînekê de got: “Lihevkirina atomî ya digel Îranê êdî bê wate bûye û êdî ti aliyek li gor wê tevnagere.”

Serokê IAEAyê ji rojnameya Îzvêstiya ya rûsî re daye xuyakirin: “Bi hizra min, hewcedariya me bi vegera dîplomasiyê heye, beranmeyeke me ya giştgir a hevpar hebû, lê niha bi tenê li ser kaxezê maye û ti wateyeke wê nîne, ti kes vê bi rê ve nabe û li gor wê tevnagere.”

Herwisa Rafael Grossi diyar kir, “Ji bo lihevkirineke nû divê Îran destûra lêkolerên ajansa atomî bide ku li navendên nukleerî lêkolînan bikin”.

Parve bike: