Cîhan
Serokê Îmaratan Al Nahyan û Jake Sullivan hevdîtin kirin
PeyamaKurd – Serokê Îmaratan Şêx Muhammed bin Zayid Al Nahyan li payîtext Abû Dabiyê, şêwrimendê netewî yê ewlehiya Amerîkayê Jake Sullivan qebûl kir.
Her dû teref li ser pêşdeçûnên herêmê û têkiliyên navbera her dû dewletan, li ser xwurtkirina hevkariya navbera her dû dewletan axifîn. Mijareka dinê ya navbera wan ew bû behsa girîngiya aştiya navbera xelkên herêmê û zexmkirina îstîqrarê bû.
Li gor ajansa Îmaratan WAMê di hevdîtinê de gelek kesên Îmaratan yên di asta bilind de tevlî civîna her dû terefan bûne.