Cîhan
Serokê Konseya Ewropa Costa bi Sera re civiya
PeyamaKurd - Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Antonio Costa li Kahîreyê bi Serokê qonaxa veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera re hevdîtin kir.
Di hevdîtina ku Wezîrê Derve yê Sûriyê Esad Hesen Şeybanî jî tê de amade bû, li ser rewşa Sûriyê û pêvajoya siyasî gotûbêj hate kirin.
Costa got: "Em alîkariya pêvajoyeke demokratîk, aştiyane û berfireh li Sûriyê dikin. Em girîngiyê didin yekparçebûna axa Sûriyê."
Costa da zanîn ku ew li bendê ne li Konferansa Bruksêlê ya 17ê Adarê pêşwaziya rêveberên nû yên Sûriyê bikin.