Cîhan
Serokê olî yê Îranê Ayetullah Ali Hamaney 2.127 zîndaniyan efû kir an cezayê wan daxist
PeyamaKurd – Lîderê ayînî yê Îranê Ayetullah Ali Hamaney 2.127 zîndaniyan efû kir an jî cezayê wan kêm kir. Li gor ajansa erka darazê ya Mîzanê; serokê erka darazê Gulam Huseyin Muhsini Ejei efûyê an daxistina cezayan pêşniyar kiriye û Hamaney erê kiriye.
Biryarê, bi sedema cejna Remezanê dane û ji cezayan 29 îdam kirine cezayê zîndanê û wê 858 zîndanîyiyan serbest berdin.
Wê zîndaniyên kîjan sûcan serbest berdin nehat ragihandin lê bi îhtîmaleka mezin wê yên siyasî di nav de tinebin.