TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê Partiya Gelecek a Tirkiyê Davutoglu bi koronayê ket

Hevi Turan
Nivîskar
📅 27 mijdar 2020 22:29

PeyamaKurd - Serokê Partiya Gelecek (Dahatu) û Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu bi vîrusa koronayê ket

Ahmet Davutoglu li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku testa wî ya Covid-19 pozîtîf derketie û got, "Şikir ji xwedê re rewşa min bi giştî baş e. Ezê xebatên xwe ji malê di karantîneyê de berdewam bikim."

Berdevkê Partiya Gelecekê Serkan Ozcan jî da xuyakirin û got, 'Mixabin testa Serokê me yê giştî Ahmet Davutoglu pozîtîf derketiye. Niha rewşa tenduristiya wî baş e û li mala xwe di îstirehetê de ye. Em jê re şifayê dixwazin. Diayên me ligel wî ne."

Parve bike: