TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokesîrên Libyayê 'Destûra destwerdana leskerî dan' Misirê

Hevi Turan
Nivîskar
📅 16 tîrmeh 2020 22:11

PeyamaKurd – Serokê Misirê Ebdulfettah el Sîsî îro 16ê Tîrmehê li paytext Qahîreyê bi eşîrên mezin ên Libyayê re civiya û hat ragihandin ku eşîran ji bo destwerdana leşkerî ya bilez destûr dan Sîsî.

Beriya niha jî Meclîsa Nûneran a Tobrûkê li Libyayê ku girêdayî hêzên General Xelîfe Hefter e daxwaz ji Misirê kiribû li dijî destewerdanên Tirkiyê raweste û bi awayî leşkerî mudaxele bike.

Hat ragihandin ku serokeşîrên Libyayê di civîna îro de, piştgiriyeke xurt dane Ebdulfettah Sîsî ku destûra destwerdana leşkerî bo şerê dijî hikûmeta Wîfaq a Fayez Serac û alîgirê wê Tirkiyê dane.

Sîsî di civînê de got, ‘Em li hember ti gavên ewlehiya Misir û Libyayê dixe metirsiyê bêdeng û temaweşan namînin.”

Parve bike: