Cîhan
Serokomarê Îranê sibe serdana Bexdayê dike: Peyman têne îmzekirin
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand, sibe 11ê Îlonê Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan serdana Iraqê dike.
Eraqçî eşkere kir, wê Pizişkiyan ji bilî Bexdayê, serdana bajarên Besre, Necef, Kerbela û Hewlêrê jî bike û herwiha tê pêşbinîkirin serdana Silêmaniyê jî bike.
Wezîrê Derveyê Îranê da zanîn, ev geşta Pîzîşkiyan piştî dest bi karbûna wî weke Serokomar a derveyî welat a yekem e û ji bo xurtkirina pêwendiyên herdu welatan e.
Eraqçî got: “Pizîşkiyan wê li Bexdayê bi berpirsên Iraqê re bicive û biryar e rêkeftinên ewlehî û aborî di navbera herdu aliyan de bên îmze kirin.”
Li gorî ajansa IRNA ya nêzî hikûmeta Tehranê tê çaverêkirinn Mesûd Pizîşkiyan piştî serdana Hewlêrê, dê serdana Silêmaniyê jî bike.