Serokwezîr Barzanî, ligel Wezîrê Pîsesazî û Bazirganiya Behreynê civiya
PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li korbenda Davosê bi Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiyê yê Behreynê re civiya û hat ragihandin ku li ser mijarên pêwendiya dualî guftûgo hatine kirin.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokwezîr Barzanî îro li Davosê bi Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiyê yê Behreynê Ebdulah Bin Adil Fexro re civiya. Hat ragihandin ku pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Behrêynê de û bi taybetî di warê pêşxistina veberhênan, pîşesazî, çandinî û bazirganiyê de hatiye nirxandin.
Hat ragihandin ku Mesrûr Barzanî ragihandiye ku Wezîrê Behreynê, silavên Cihnişîn û Serokwezîrê Behreynê Şêx Selman Bin Hemed Al Xelîfe gihandin wî û xwesteka welatê xwe ji bo bihêzkirina têkiliyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.
Hat zanîn ku wezîr daye zanîn ku biryar e ew ligel şandeke mezin a bazirganiyê, serdana Herêma Kurdistanê bike.
Mesrûr Barzanî, amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel Şahnişîna Behrêynê di hemû waran de nîşan da.