TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokwezîrê Îngîltere Rishi Sunak li Qahîre bi serokê Fîlîstînê Mehmûd Abbas re hevdîtin kir

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 21 cotmeh 2023 01:35

PeyamaKurd – Serokwezîrê Fîlîstînê Mehmûd Abbas li Qahîre ya Misrê bi serokwezîrê Îngîltere bi Rishi Sunak re hevdîtin kir û Sunak got ku wê ji bo Xezzayê alîkariya mirovî ya lezgîn bişînin.

Sunak di hevdîtina xwe de ragihand ku ew li hemberê kuştina sîvîlaye û wê alîkariya mirovî bişînin Gezzayê. Li gor ragihandina ajansa fermî ya Fîlîstînê WAFAyê; di hevdîtina Sunak û Abbas de li ser mijarên rawestandina şerê li Xezayê, li ser alîkariya xida û dermanan yên ji bo Xezzayê, ji bo berdana elektrîk û ava Xezzayê axifîne.

Sunak, her weha fikra xwe ya ji bo çareseriya doza Fîlîstînê li ser avakirina du dewletan ragihand û got ku Fîlîstîn û Îsraîl dikarin weke du dewletên cîran di nav ewlehiyê û aştiyê de bijîn.

Parve bike: