TR KU SO
FB X
Cîhan

Sêwirmendên leskerî yên Almanyayê heta saleke din jî li Kurdistanê dimînin

📅 09 îlon 2019 15:02

PeyamaKurd - Maweyê erkê şêwirmendên leşkerî yên Almanyayê li Herêma Kurdistan û Iraqê hat dirêjkirin.

Partiyên hevpeyman ên ku hikûmeta Almanyayê pêk tînin, li ser dirêjkirina erkê şêwirmendên leşkerî yên wî welatî di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî de, li hev kirin, lêbelê firoke ji Sûriyê tên vekişîn.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Partiya Krîstiyan Demokrat û Sosyal Demokrat ên hevpeyman li kabîneya çarem a Angela Merkel a Serokwezîra Almanyayê, li ser dirêjkirina erkê şêwirmendên leşkerî yên Almanyayê di hevpeymaniya navdewletî de li hev kirin û bo maweyê saleke din, rawejkarên leşkerî yên wî welatî li Herêma Kurdistan û Tirkiyê dimînin.

Cîgirê Serokê Fraksiyona Yekitiya Krîstiyan Demokrat li Parlamentoya Almanyayê, bo medya wî elatî ragihand ku ew rêkeftineke jîrane ye û nîşan dide ku bawerî bi Almanyayê tê kirin û şiyana hevpeymanetiyê heye.

Di rêkeftina partiyên kabîneya Almanyayê de jibilî berdewamkirina rahênan hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî de, maweyê erkê beşdariya firokeyan di çavdêriya asmanî ya NATOyê de heta 31.10.2020an hat dirêjkirin.

Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê û seroka partiya Angela Merkel, Annegret Kramp-Karrenbauer, ku roja 19ê Tebaxa îsal serdana hêzên Almanyayê yên li Herêma Kurdistan, Iraq û Urdinê kiribû, yek ji wan serkirdeyên pilebilind bû di biryara dirêjkirina maweyê erkê hêzên almanî li nav hevpeymaniya navdewletî. Herwiha divê parlamentoya federal a Almanyayê deng li ser biryara hikûmetê ya bo dirêjkirina maweyê erkê leşkerên Almanyayê bide.

Almanya yek ji wan welatên karîger a di nav hevpeymaniy navdewletî ya li dijî DAIŞê ye ku di maweyê salên bihorî de, bi şêwazn cuda, hevkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku yek dayîna çekên mîlan bû bo hêzên Pêşmerge. Hevdem beşek ji hêzên Pêşmerge ji aliyê şêwirmendên leşkerî yên Almanyayê ve rahênana wan pêk hat.

Parve bike: