Sîeyên Iraqê ji karîkatura Serqul Ewset li ser Sistanî belav kiriye hêrs bûn
PeyamaKurd - Di rojnameya erebî ya Şerqul Ewset de karîkaturek li ser mezinê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî hat belavkirin. Piştî vî karîkaturî, Şîeyên Iraqî hêrs bûne.
Rojnameya Şerqul Ewset, ku li Erebistanê derdikeve û yek ji rojnameyên pir tîraj yên cîhanê ye, di hejmara xwe ya dûmahîkê de karîkaturek li ser mezinê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî belav kiriye.
Di karîkatura ku ji aliyê karîkaturîst Emced Resmî ve hatiye xêzandin de, Sîstanî bi miqesê zincîra navbera “Iraq” û “Serweriyê” diqetîne.
Belavbûna wî karîkaturî bûye sebeba hêrsbûna şîeyên Iraqê.
Hinek şîeyan li ser sosyal medyayê wêneyên Sîstanî belav kirine û li ser nivîsîne: “Tu Iraq î!”
Hinekan jî gotine: “Tu mezinê me yî!”
Yek ji wan kesên ku li hember wê karîkaturî nerazîbûn nîşan daye jî berdevkê berê yê Heşda Şeibî Ehmed Esedî ye. Esedî li ser twîttera xwe, Sîstanî wek “Îmam” bi nav kiriye û gotiye, ew zihniyeta hikûmeta Siûdiyê li hember gelê Iraqê û pîroziyên wan nîşan dide, ji ber wê jî vê ew vê yekê şermezar dike.