TR KU SO
FB X
Cîhan

SOHR: 5 leskerên Sûrî û 9 DAISî hatin kustin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 24 berfanbar 2020 00:24

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama operasyoneke hêzên rejîma Sûriyê de, li herêma Heleb-Hemayê 5 leşkerên sûrî û 9 jî çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) hêzên rejîmê li herêma Heleb-Hemayê oprasyoneke ewlehiyê li dijî DAIŞê pêk anîne ku balafirên rûsî jî tê de beşdar bûne.

Hat diyarkirin ku di wê operasyona ku şer û pevçûn çêbûne de, 5 kes ji hêzên rejîmû 9 jî DAIŞê hatin kuştin.

Herwiha hêzên rejîmê herêmên El-Enkawî ya Bakur-Rojavayê Hema jî topbaran kirine û li gundewarê başûrê Idlibê jî vê sibehê hêzên rejîma sûrî û çekdarên bi ser Tirkiyê ve binkeyên hev topbaran kirine.

Parve bike: