SOHR: Li Libya û Qerebaxê 800 çekdarên Sûrî yên Tirkiyê sandine hatin kustin
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku nêzîkî 800 çekdarên opozîsyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê di şerê Libya û Qerebaxê de hatine kuştin û bi sedan çekdar jî birîndar bûne.
SOHRê diyar kiriye ku ji destpêka şerê Azerbeycan û Ermenistanê li herêma Qerebaxê û şerê Libyayê ve, zêdetirî 789 çekdarên Sûrî hatine kuştin.
Herwiha hatiye ragihandin, heta niha 496 çekdarên opozîsyona Sûriyê li Libyayê û 293 çekdar li Qerebaxê hatine kuştin û bi sedan çekdar jî birîndar bûne.
SOHRê da zanîn, heta niha îstixbarata Tirkiyê dora 18 hezar çekdarên opozîsyona Sûriyê birine Libyayê ku di nava wan 350 zarok hene û zêdetirî 2500 çekdar jî tevlî şerê Qerebaxê hatine kirin.
SOHRê bibîr xistiye ku bi rêketina agirbestê ya di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de, Tirkiyê şandina çekdarên Sûriyê bo eniyên şer li Qerebaxê rawestandiye.
Herwiha SOHRê daye xuyakirin ku kompanyayeke ewlekariyê ya Rûsyayê jî nêzîkî 4 hezar çekdarên bi ser rêjîma Sûriyê ve veguhastibûn Libyayê, lê piştî bi dawîbûna operasyonên leşkerî, beşeke mezin ji wan çekdaran vegeryane.