TR KU SO
FB X
Cîhan

Stenbol | 4 metrobus li hev qelibîn: 99 kes birîndar bûn

Leyla Denli
Nivîskar
📅 10 îlon 2022 13:03

PeyamaKurd –  Li navçeya Avcilarê ya ser bi Stenbolê ya Tirkiyê, 4 metrobus li hev qelibîn û di encamê de 99 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, do li rawestgeha Avcilarê 2 metrobusên ku her yek ji aliyekî ve dihat li hev qelibîn û 2 metrobusên ku li pişt wan jî dihatin li wan her du metrobusan dan. Di encama bûyerê de 99 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku tîmên tendirustiyê û polîs gihîştin cihê bûyerê û rêwiyên ku di metrobusan de asê mabûn rizgar kirin. Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve veguhestin nexweşxaneyan.

Parêzgarê Stenbolê Ali Yerlikaya li ser twitterê eşkere kir, di bûyera Avcilarê de 4 metrobusan li hev dane û 99 kes birîndar bûne.

Parve bike: