TR KU SO
FB X
Cîhan

Sûdanî: Berpirsê DAISê yê Iraq-Sûriyê hat kustin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 14 adar 2025 22:14

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyah Sûdanî ragihand ku hêzên wan berpirsekî rêxistina terorîst DAIŞê kuştiye.

Sûdanî îro 14ê Adarê eşkere kir, hêzên wan di encama operasyoneke bi hemahengiya Hevpeymaniya Navdewletî de, Ebdulah Mekkî El-Muslih El-Rifê´î ku bi Ebû Xedîce tê naskirin û waliyê Iraq û Sûriyê yê DAIŞê bû kuşt.

El-Rifê´î yek ji terorîstên herî metirsîdar di DAIŞ de dihat naskirin û karûbarên rêxistina terorîst li Iraq û Sûriyê birêve dibirin.

Parve bike: