TR KU SO
FB X
Cîhan

Suleyman Soylu li ser rexneyên biryara qedexeya dawiya heftê îstifa kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 13 nîsan 2020 01:40

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, piştî rexneyê li ser 2 saet berê ragihandina qedexeya derketina derve û panîka ku çêbûye, îro karvekêşana xwe ragihand.

Soylu li ser hesabê xwe yê fermî yê medya civakî ragihand ku berpirsiyariya biryara qedexeyê bi hemû awayî li ser wî ye û ew ji erka xwe ya Wezîrtiya Navxwe vedikişe.

Soylu xatirê xwe ji dost û hevkarên xwe xwest.

Hîn li ser vê biryara Suleyman Soylu, ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan daxuyaniyek nehatiye belavkirin.

Parve bike: