TR KU SO
FB X
Cîhan

Sûriye | HSDê bajarokek ji destê DAISê rizgar kir

Salih Turan
Nivîskar
📅 16 rêbendan 2019 13:33

PeyamaKurd - Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê li parêzgeha Dêrazorê bajarokê Sûse bi temamî kontrol kir û ji destê terorîstên DAIŞê rizgar kir.

SOHRê daxuyakirin ku di encama şer û pevçûnên dijwar ên di navbera HSD û terorîstên DAIŞê de, şervanên HSDê karîne li parêzgeha Dêrazroê bajarokê Sûse rizgar bikin.

HSDê bi daxuyaniyekê piştrast kir ku hêzên wan di operasyona li dijî DAIŞê li Dêrazorê di pêşveçûna xwe berdewam dikin û bajarokê Sûse kontrol kirine.

Parve bike: