TR KU SO
FB X
Cîhan

Talîbanê êrîs kir: herî kêm 20 lesker hatin kustin!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 14 tebax 2018 15:12

PeyamaKurd- Çekdarên Talîbanê li Bakurê Afganîstanê li wilayeta Faryabê li navçeya Gormaçê êrîşî kampeke leşkerî kirin. Di encama êrîşê de gelek leşkerên Afganîstanê hatin kuştin û birîndarkirin.

Berdevkê Fermandarê Artêşa 209emîn Hanîf Rezaî ragihand ku çekdarên Talîbanê bi çekên giran êrîşî kampa leşkerî kirin. Di kampê de 70 leşker hebû. Di encama êrîşê de herî kêm 20 leşker hatine kuştin an jî birîndarkirin. Yên dî jî hatine êsîrkirin.

Di derbarê mijarê de Talîbanê jî daxuyaniyek da û got ku li kampê gelek zêde leşker hebûn. Di encama şêrr de 43 leşker hatin kuştin û 17 jî hatin birîndarkirin. 57 leşker jî hatine êsîrkirin.

Talîbanê duh jî li wilayeta Taharê li ser tixûbê Tacikîstanê êrîşî deriyê Gumrika Ay Xanimê kiribû û di vê êrîşê de jî 12 polîs hatibûn kuştin.

Parve bike: