Cîhan
Tankêra petrolê û otobus lihev ketin: 17 kes mirin
PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê tankêra ku tije petrol bû, bi otobusekî re lihev ketin û qeza kirin. Di encamê de 17 kes mirin. Li gor ragihandina koordînatorê FRSC ê yê eyaleta Ogun a Nîjeryayê Ahmed Omer, qeza li ser rêya Lagos-İbadan ê çêbû û di encama qezayê de agir bi tankêrê ket.
Ji bilî 17 kesên ku mirin gelek kes jî birîndar bûn. Omer ragihand ku sedema qezayê bilezçûna tankêrê ye.