TR KU SO
FB X
Cîhan

Terorîstê DAISê yê êrîsa Vîyenayê ji Tirkiyê hatiye sandin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 09 mijdar 2020 00:15

PeyamaKurd – Saziya Asayîşa Giştî ya Tirkiyê ragihandiye ku terorîstê DAIŞê yê 2yê Mijdarê li Vîyeneyê 4 kes kuştibûn û 15 kes jî birîndar kiribûn, ji Tirkiyê bo derveyî welat hatiye şandin.

Li gorî Asayîşa Tirkiyê, terorîstê DAIŞê yê bi navê Kujtim Fejzula 18ê Îlona 2018an li bajarê Hatayê hatiye girtin û piştre 10ê Çileya 2019an ji ser balafirgeha Ataturk a Stenbolê ve hatiye dersînorkirin û çûye welatê Nemsayê.

Êrîşkarê Vîyenayê piştî êrîşa Vîyenayê ya 2yê Mijdarê ku bi ser sivîlan de gule reşandibûn û 4 kes kuştibûn û 15 jî birîndar kiribûn, ji aliyê polîsê Vîyenayê ve hatibû kuştin.

Parve bike: