Cîhan
Terorîstên DAISê êrîsî HSDê kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêxistina terorîst DAIŞ piştî têkçûna xwe ya li Hecînê jî êrîşên xwe yên ser hêzên HSDê berdewam dike.
Rawengeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku terorîstên DAIŞê ji rojhilatê Dêrazorê ve êrîşan dibin ser çeperên HSDê yên li rojhilatê Hecînê.
SOHRê daxuyakirin ku DAIŞê çeperên HSDê kirine armanc û di encama topbaranê de windahiyên HSDê jî çêbûne.
Li gor SOHRê DAIŞ dixwaze aloziyên di navbera yekîneyên HSDê de derxe û pêwendiya wan ji hêzen fermandariya giştî qut bike.
Herwiha hat diyarkirin ku ji aliyekî ve jî balafirên hevpeymaniyê êrîşên esmanî li wê herêmê bi ser DAIŞê de berdewam dikin.