Cîhan
Tevî nûnerê ENKSê Opozisyona Sûriyê çû Rûsyayê
PeyamaKurd - Bi beşdariya Nûnerên ENKSê Desteya Danûstankar a Opozisyona Sûriyê serdana Moskovayê dike û sibe dê bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê re bicive.
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya ENKSê, Îbrahîm Biro ji Rûdawê re axivî û da xuyakirin, ku civîn û hevdîtinên wan li Moskovayê dest pê dikin, weke gava yekem wê konferansa rojnamevanî ya Desteya Danûstankar a Opozisyona Sûriyê bi serokatiya Nesir Herîrî bê sazkirin.
Îbrahîm Biro herwiha eşkere kir, ku piştre dê şanda wan bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û şandiyê Serokê Rûsya bo pirsa Sûriyê Mîxaîl Buganov re bicive.
v civîn jî di demekê de tê, ku amadekariyên avakirina komîteya destûrî ya taybet bo Sûriyê ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de têne kirin