Cîhan
Tirkiye bangî balyozê xwe yê Tel Avivê kir da here Ankara
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Tirkiyê ragihand ku balyozê xwe yê Tel Aviv a Îsraîlê Şakir Özkan Torunlar xwestine Ankara. Li gor ragihandina malpera fermî ya wezaretê dibêje:
“Terefê Îsraîlê qebûl nake ku agirbesê bike û êrîşên xwe yên ser sîvîlan dewam dike. Ji ber Îsraîl nahêle alîkariya mirovî berdewamî here Xezzayê û dema em treajediya mirovî didin ber çav, em ê şêwra xwe bi balyozê xwe bi Torunlar re bikin. Lewra me biryarê da ku em bangî balyozê xwe bikin da were Ankara.”