TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye: “Bi Amerîkayê re dewriyên hevpar wê dest pê bikin!”

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 24 cotmeh 2018 17:40

PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar got ku di van çend rojên pêşiya me de em ê bi Amerîkayê re dewriyên hevpar bikin.

Di derbarê mijarê de Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar ji çapemeniya Tirkiyê re axivî û got ku di demeke nêzîk de perwerdehî wê bi dawî bibe û piştre jî li Minbicê dewriyên hevpar wê bi Amerîkayê re dest pê bikin.

Amerîka û Tirkiyê di meha Hezîranê de li hev kiribûn ku li navçeya Minbicê, di destpêkê de ji hev cuda û paşî bi hev re dewriyê bikin.

Parve bike: