TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye: Divê HSD bilez tevlî artêşa Sûriyê bibe û pêvajoya entegrasyonê biqede

Hevi Turan
Nivîskar
📅 19 sibat 2026 21:01

PeyamaKurd- Wezareta Berevanhiya Tirkiyeyê (MSB) di civîna xwe ya heftane rojnamevanî de ragihand ku ew pêvajoya lihevkirin û entegrasyona di navbera rêveberiya Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ji nêz ve dişopînin.

MSBê destnîşan kir ku ew daxwazin ev pêvajo bilez bi dawî bibe ku ti rêyeke din jî tune ye.

Şêwirmendê Çapemenî û Têkiliyên Giştî yê Wezaretê Zekî Akturk got ku ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê hemû tevdîrên pêwîst li qadê hatine girtin û destnîşan kir, ji bilî xurtkirina yekparçebûna Sûriyeyê û prensîba "yek dewlet, yek artêş" tu îhtîmaleke din tune ye.

Parve bike: