TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye leskerekî Almanî girtiye

📅 09 tebax 2019 16:56

PeyamaKurd - Hat piştrastkirin ku Asayîşa Tirkiyeyê leşkerekî Almanyayê desteser kiriye.

Arteşa Almanyayê ji AFPê re piştrast kir ku leşkerekî wan li Tirkiyeyê hatiye desteserkirin.

Li gorî daxûyaniya berdevkê Arteşa Almanyayê, li Stenbolê leşkerê wan dema ne li ser kar e desteser bûye, lê sedema desteserkirina wî nehate eşkerekirin.

Li gorî nûçeyên beşeke medyaya Almanyayê ew leşker bi kontrola adlî hatiye azadkirin lê qedexeya derketina dervayî Tirkiyeyê li ser wî hatiye danîn.

Parve bike: