Cîhan
Tirkiyê ligel FETOyê biryara destdanîna ser mal û milkên rêveberên PKKê jî derxist!
PeyamaKurd – Di rojnameya fermî ya Tirkiyê de hat ragihandin ku hikûmetê biryar daye dest deynin ser mal û milkên 377 kesan ku di nav wan de ligel Fethullah Gulen û DHKHC navên serkirdeyên PKKê jî hene.
Hat diyarkirin ku biryar ji aliyê Wezareta Xezînê ya Tirkiyê ve hatiye derxistin û ji bo were bicihkirin jî di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin.
Li gorî biryarê navên berpirsên PKKê Murat Karayilan, Alî Haydar Kaytan, Cemîl Bayik, Duran Kalkan, Hulya Oran û Fehman Huseyîn (Bahoz Erdal( û herwiha navê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî cî digire.