Cîhan
Tirkiye û Azerbeycan vîzeyê rakirin
PeyamaKurd- Azerbeycan û Tirkiyê bo çûn û hatina navbera her dû dewletan vîzeyê rakirin. Peyman di rojnameya fermî ya Tirkiyê de hat belavkirin. Ji her dû welatan yên ku bixwazin dikarin bo 3 mehan li welatê dinê bimînin. Eger zêdetir wext pêwist be, dikare bo îqamê seredanê bike.
Bo hemwelatiyên her dû aliyan karibin li welatê hev bimînin, divê wextê pasaporta wan herî kêm 6 meh mabe.