TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye wê protokola endamtiya Swêdê ya NATOyê gotûbêj bike

Leyla Denli
Nivîskar
📅 23 berfanbar 2023 18:12

PeyamaKurd – Lijneya Karên Derve ya Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê di 26ê Kanûnê da qanûna der barê erêkirina Tirkiyeyê ya endamtiya Swêd a NATOyê da binirxîne.

Protokola ketina Swêdê ya NATOyê ket rojeva Lijneya Karên Derve ya TBMMyê.

Komîsyon wê 26ê Kanûnê roja sêşemê bi serokatiya Parlamenterê AK Partiyê yê Enqereyê Fuat Oktay bicive.

Komîsyon wê pêşnûmeya qanûna ji bo pejirandina protokola tevlîbûna Qraliyeta Swêdê ya NATOyê binirxîne.

Komîsyon di civîna xwe ya 16ê Mijdarê de gotûbêjên li ser endambûna Swêdê ya NATOyê paşxist.

Parve bike: