TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: “Di dinyaye de talûka herî mezin rejîma zordest ya Îranê ye”

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 25 îlon 2019 00:39

PeyamaKurd- Di encamê de serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna giştî ya Neteweyên Hevgirtî de axifî. Herkes di wê meraqê de bû bê Trump di civînê de dê li ser kîjan mijaran û bi kîjan şêweyê biaxife. Trump di axaftina xwe de weha got:

“Di dinyayê de tişta herî talûke rejîma li Îranê ya zordest e. Îran suponsoriya şerên gemarî yên li Sûriyê û Yemenê dike. Bo Îran xwe negihîne sîlihên nukleerî, ez ji wê peymana berbat ya ku bi Îranê re hatibû îmzekirin vekişiyam. Wê dorpêçên ser Îranê bêhtir xurt bibin.”

Trump behsa gelek arîşeyên di dinyayê de hene kir lê bêhtir berê tîrên xwe bi tundî da ser Îranê. Trump li, ser Îranê, di dewama axaftina xwe de weha got:

“Ez difikirim ku em gelek baş dimeşin. Em ê bi Îranê re çi bikin, em ê rawestin û bibînin. Lê dikjarim bêjim em li hemberê Îranê di haletekî xurt de ne. Dê ew jî hinek tiştan bikin lê ez ne bawerim ku wê tiştên bi aqilane bikin.”

Trump pesnê xurtiya Amerîkayê da û di encamê de got inşallah Amerîka mecbûr nabe da hêza xwe bikarbîne. Trump behsa hilberîna enerjiyê, xazê û petrolê de got ku ew di dinyayê de yekemîn dewletin. Amerîka dixwaze di bazirganiyê de hinek reforman bike û ragihand ku ew bi Brîtanya re bi Boris re li ser mijara bazirganiyê dixebitin. Trump her weha behsa bazirganiya bi Çînê re jî kir û got ku Çîn ti sozeka xwe neaniye cîh û hinek şîrketên Çînê dîzaynên şîkrketên Amerîkayê dizîne.

Mijara koçberan jî mijareka dinê ya Trump bû got ku ew naxwaze di dema desthilatiya wî de, koçberan qebûl bike amerîkayê.

Parve bike: