Cîhan
Trump: “Em û Erdogan di mijara Idlibê de bihevre dixebitin”
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump behsa mijarên ku bi rêya telefonê bi serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan re axifiye, bo çapemeniyê aşkera kir. Trump got ku ew bi Erdoğan re axaftineka baş kirine û weha got:
“Em li ser mijara Idlibê axifîn. Em bi hevre dixebitin. Em dikarin çi bikin, em ê bibînin. Min sipasiya xwe bo wî kir.”
Trump got ku ew li ser mijara pêşdeçûna hêzên Sûriyê yên bi desteka Rûsyayê kirine û ew koça ji Idlibê ber bi Tirkiyê de destpêkiriye, li serê axifîne.