Trump: Ez biryarê didim, ne general
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, nûçeyên ku îdia dikirin Serokerkanê Giştî yê Hêzên Çekdar Dan Caine li dijî êrîşeke leşkerî ya li ser Îranê ye, bi tundî red kirin.
Trump ev rapor wekî "nûçeyên derew" (fake news) pênase kirin û tekez kir ku di sîstema Amerîkayê de biryara dawî ya şer û aştiyê di destê serok de ye.
Wî diyar kir ku her çend General Caine mirovekî aştiyane be jî, di wê baweriyê de ye ku eger operasyonek dest pê bike, Amerîka dê "serkeftineke hêsan" bi dest bixe.
Raporên di medyaya Amerîkî û Îsraîlî de dihatin belavkirin, didan nîşandan ku General Dan Caine ji ber xetereyên şerekî berfireh hişyarî daye Qesra Spî. Lê belê, berdevkê Serfermandariya Hevbeş eşkere kir ku rola Caine tenê pêşkêşkirina "vebijarkên leşkerî" û şirovekirina rîskan e, lê desthilata siyasî biryarê dide.
Trump bi bîr xist ku êrîşên havîna borî yên li ser navendên nukleerî yên Îranê di bin serperiştiya Caine de hatine kirin û ev yek wekî nîşaneya hevahengiya wan nîşan da.
Donald Trump li ser platforma xwe ya Truth Socialê peyameke zelal şand û got:
Ez tercîh dikim ku peymanek çêbibe, lê heke peyman çênebe, ew ê ji bo wî welatî (Îran) rojek pir xirab be."
Ev daxuyanî nîşan didin ku Trump hîn jî deriyê dîplomasiyê girtî nediye, lê di heman demê de vebijarka leşkerî wekî gefeke herî nêzîk li ser maseyê dihêle.
Dema ku her du alî ji bo danûstandinên mihtemel ên li Cenevreyê amade ne, ev zextên li ser Pentagonê nîşaneya amadebaşiya Washingtonê ya ji bo her senaryoyê ne.