Cîhan
Trump û Erdogan pêwendiyeke telefonî pêkanîn
PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump pêwendiyeke telefonî pêkanîn û li ser kuştina Kaşikçi, rewşa Sûriyê û pêwendiyên dualî guftûgo kirin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Serokkomariya Tirkiyê hat bidest xistin, ji bilî mijarên dualî Erdogan û Trump diyar kirine ku divê kuştina Cemal Kaşikçi bi hemû aliyan ve were eşkerekirin û rê nedin ku ev bûyer were veşartin. Aliyan ji ber destpêkirina dewriyeyên hevbeş ên di çarçoveya nexşerêya Minbicê de kêfxweşiya xwe anîne ziman û bo demildest mijara temambûna pêvajoyê jî axivîne.
Herwiha hat ragihandin ku Serokkomarê Tirkiyê hêviya xwe ya derbarê qutkirina alîkariyên Amerîkayê bo YPGê aniye ziman.