TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: “Wê desthilata Kubayê di nêz de bikeve”

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 29 rêbendan 2026 02:29

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump vê carê behsa Kubayê kir û got ku Kuba heya niha xida xwe an ku petrola xwe û perê xwe ji Venezuelayê digirt û niha ev ne mumkune ji ber Maduro niha li ber destê Amerîkayê girtiye.

Trump gotibû niha di rêzê de Kuba heye û li ser gotina Trump çalakvanên Kubayê daketin kolanan û xwepêşandanan dikin. Trump gotibû:

“Wê di nêz de Kuba bikeve. Kuba milletekî ku nêzî ketinêye. Em behsa vêya dikin; hun dizanin Kuba perê xwe ji Venezuelayê digirt. Petrola xwe ji Venezuelayê digirt. Êdî nikare vana bistîne.”

Niha tê gotin ku li Kubayê elektrîk jî tê birîn, sewqiyata petrolê nîne û xelkj ji bo petrolê dikeve rêzê.

Parve bike: