TR KU SO
FB X
Cîhan

Ukrayna: Bender û dezgehên çandiniyê zirar dîtin!

Leyla Denli
Nivîskar
📅 06 îlon 2023 14:36

PeyamaKurd – Hat destnîşankirin, di êrîşa ku danê sibê ji aliyê Rûsyayê ve li herêma Odessa ya Ukraynayê bi pêgerên hewayî yên bêmirov (ÎHA) hat kirin de bender û tesîsên binesaziya çandiniyê zirar dîtin.

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Odessa Oleg Kiper di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir, Rûsyayê danê sibê bi balafirên bêmirov li navçeya Îzmaîl a Odessayê bi balafirên bê mirov êrîş pêk anîn.

Kiper da zanîn, di êrîşê de xebatkarekî kargeha çandiniyê jiyana xwe ji dest da û got, "Li gelek mezrayan wêranî û şewat derket. Bender û binesaziyên çandiniyê yên wekî silo, avahiyên îdarî û kargehên çandiniyê zirar dîtin."

Serokê Îdareya Leşkerî ya Bajarê Kîevê Sergey Popko jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand, Rûsyayê bi moşekên krûzê yên cureya Х-101/555/55 êrîşî paytext Kîevê kir.

Popko eşkere kir, hemû hedefên Rûsyayê yên ku ber bi Kîevê ve bi pêş ve diçin, ji aliyê pergalên berevaniya hewayî ya Ukraynayê ve hatine îmhakirin, Popko da zanîn ku ti ziyanên canî û wêranî çênebûne.

Di daxuyaniya Hêza Hewayî ya Ukraynayê de hat diyarkirin, Rûsyayê şeva 6ê Tebaxê bi fuze û balafiran êrîşî axa Ukraynayê kir.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, bi tevahî 7 fuzeyên H-101/Х-555/Х-55, fuzeya balîstîk a Îskender-M û 25 balafirên bêmirov ên cureya Şahed-136/131 hatin tesbîtkirin, hêzên parastina hewayî yên Ukraynayê hatin tespîtkirin. 7 fuzeyên krûz, 1 fuzeya balîstîk hebûn û hat ragihandin ku 15 balafirên bêmirov jî di nav de 23 hedefên hewayî îmha kirine.

Parve bike: