TR KU SO
FB X
Cîhan

Ukrayna: Korîdoreke nû ya zad hat vekirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 13 hezîran 2022 03:46

PeyamaKurd – Şerê ji aliyê Rûsyayê ve yê dagirkirina Ukraynayê di meha xwe ya çaran de dewam dike û ligel wêrankariya şer dinya bi krîza zad rê rûbirû bûye ku beşek mezin ji Ukraynayê dihat dabînkirin.

Ji bo çareserkirina krîza xidayê û vekirina deriyên veguhestina bo cîhanê ji bilî danûstandinên Tirkiye û Rûsyayê li ser benderên Ukrayna û Derya Reş, hikûmeta Ukrayna jî bi ser Ewropayê de hewldanên bo hinardeya zad didomîne.

Li deme wiha Wezîrê Navxwe yê Ukrayna Dmitro Senik, mizgîniyek bo hinardekirina zad eşkere kir û ragi, 2 korîdorên hinardekirina zad bi ser welatên Polonya û Romanyayê de hatine vekirin.

Senik da zanîn ku ji ber êrîşên Rûsyayê neçar mane hinardeya zad rawestînin û ev jî bûye sedema giranbûna bihayê zad û genim li cîhanê û ew niha jî ji bilî korîdora duyem bi welatên Baltikê li ser korîdora sêyem danûstanê dikin.

Wezîrê Ukraynî diyar kir ku her çiqas ev rotayên nû ne bêhempa bin jî ew hewl didin rêyên nû bo hinardeya zad li cîhanê vekin.

Parve bike: