Cîhan
Ukraynayê bersiva Pûtîn da: Mizakere dewam dikin…
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn îro 12ê Nîsanê di daxuyaniyeke xwe de, gotibû hevdîtinên şandên Ukrayna-Rûsyayê xitimî ne û aliyê Ukrayna bi dûrketina lihevkirinan tawanbar kiribû.
Pûtîn gotibû, ji ber ku ti bijardeyeke din li ber wan nemabû wan êrîşî Ukraynayê kiriye û ew bi operasyona taybet jî parastina Rûsyayê dikin. Herwiha Pûtîn diyar kiribû ku di danûstandinên aştiyê de jî ti pêşveçûn çênebûne.
Serokê şanda muzakereyan a Ukrayna û Berdevkê Seroktiya Ukraynayê Mihaîl Podolyak, bertek ji daxuyaniyên Pûtîn re nîşan da û got, “Rûsya hewl dide fişarê li ser danûstandinên aştiyê çêbike.”
Li gotinên Pûtîn ên hevdîtin xitimî ne jî Podolyak da zanîn, “Mizakere dewam dikin.”